PeyamaKurd- Piştî ku Îsraîl bi Îranê re peymanek çêkir, ji bo Başûrê Sûriyê bi Rûsyayê re jî li ser masê rûnişt.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Îsraîl û Rûsya ji bo Başûrê Sûriyê muzakereyên girîng pêk anîn. Di dawiya muzakereyan de Îraîl û Rûsyayê li hev kirin ku herêmên Sûriyê yên di tixûbê Îsraîlê de, divê careke dî têkevine bin qontrola Rejîma Şamê de.
Li gorî vê peymanê divê êdî li ber hidûdê Sûriyê û Îsraîlê ti yekîneyên Hîzbullaha Lubnanê an jî hinek çekdarên biyanî tune bin û divê nêzîkî tixûbê Îsraîlê nebin. Li gorî îddayan Rejîma Sûriyê jî piştgirî daye vê peymanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin