PeyamaKurd – Dadgeha Temyîzê ya Eyaletê li Brûkselê (Dadgeha baskê jêr a Brukselê) biryar da ku li dozên ku endamên PKKê dihên darizandin, nabe ku endamên PKKê bi terorîzmê bihên sûcdarkirin.
Dadgehê derbarê biryarê dozger da biryara lênepirsînê da. Berê jî li Belçîkayê biryarên wiha hatibûn stendin, ev bû biryara sêyemîn. Ji alîyê din ve Tirkîyê derbarê mijarê da daxuyanîyek da û da xuyakirin ku ev biryar nayê qebûlkirin.
Tirkîye: Biryar nayê qebûlkirin
Berdevkê Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkîyê Hamî Aksyon derbarê vê biryara Belçîkayê da daxuyanîyek da û got ev biryar rexne kir, “Ev biryar nayê qebûlkirin.”
Belçîka: Helwesta hikûmetê naguhere, PKK rêxistineke terorîstî ye
Piştî biryara dadgehê, Berdevkê Wezareta Derve ya Belçîkayê Matthieu Branders bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku li Beçcîkayê dad serbixwe ye û got: “Ev biryar, dê biryara Belçîkayê ya ku PKKê weke rêxistineke terorîst dibîne neguherîne. Tirkiye û Belçîka hevalbendên hev ên tarîxî ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin