PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku wezîfedarekî wan yê balyozxana li Çînê, bi êrîşeka sonîk birîndar bûye.
Berê jî bûyereka weka vê bûyerê li Kubayê çêbû bû û dîplomatên Amerîkî bi malbata xwe ve guhên wan ker bûbûn. Wê wextê rêvebiriya Amerîkayê bûyerê bi êrîşa sonîk an ku ya dengî navandibû.
Niha jî bûyera li Çînê jî “bi dengekî ne normal” dîplomatî birîndar kiriye. Pompeo ragihand ku tîmeka pispor bo lêkolîna mijarê şandine bajarê bûyerê Guangzhouyê û bi tîmên Çînê re lêkolînan dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin