PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ji televizyona CNEWSê ragihand ku heta çareseriyeke siyasî çênebe ew ji Sûriyê venakişin û got, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevpeymanên me yên herî mezin in.”
Le Drian bi bîr xist ku leşkerên welatê wan li Sûriye û Iraqê hene û destnîşan kir heta li Sûriyê çareseriyeke siyasî çênebe ew venakişin.
Wezîrê Fransayê herwiha got, “Li Sûriyê hevpeymana me ya herî mezin HSD/QSD ye. Ew li qadê li dijî DAIŞê têkoşînê didin. Biryara Amerîkayê ya vekişînê biryareke cidî ye, lewra HSDê dixe zorê. Ji ber vê jî divê em di qada navdewletî de ewlehîya hevpeymanên xwe dabîn bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin