PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê serokomariya Tirkiyê yê di hepsê Selahattin Demirtaş, di girtîgehê de we’dên xwe yên hilbijartinê eşkere kirin. Dermirtaş got me’aşê herî kêm (esxerî) wê bibe 3.000 TL.
Namzetê HDPê Selahattin Demirtaş wiha berdewam kir: Heke ez bibim serokomarê Tirkiyê, em ji mazota ku cotkar dikirin, bacê nasitînin. me’aşê herî kêm (esxerî) wê bibe 3.000 TL. Em ê karkeriya bêewlehî, nelirê û ya taşeronan ji holê rakin. Demên xebatê em ê kêmtir bikin. dadmendî wê azad, adil û nealîgir be.
Demirtaş henekê xwe bi YSKyê jî kir û wiha got: Balafirek di ser me re bûrî. Min jî destê xwe jê re hejand. Min dî hemî rêwî hatine ber şebakê û gotin, wîîî ev Selahattin Demirtaş e. Min jî ji wan re got: Heke ez bibim serokomarê Tirkiyê, em ji mazota ku çotkar dikirin, bacê nasitînin.” Êdî ey YSK (Saziya Hilbijartinê ya Bilind) gelo bi vî rengî min qanûna hilbijartinê îhlal kir an na. Gelo min neheqî li wan namzetên dî kir an na! “Lewra hûn di mijara edaletê de pir xessas in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin