Goran dixwaze li gor 'giraniya xwe' besdarî hikûmeta nû bibe

Goran dixwaze li gor 'giraniya xwe' besdarî hikûmeta nû bibe

PeyamaKurd - Hewildanên bo avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) berdewam dikin. Herî dawî dûh 17ê Mijdarê şanda PDKê bi herdu partiyên siyasî yên din ên mezin YNK û Tevgera Goran re li Silêmaniyê civîn pêkanîn.

Tevgera Goran ku di hilbijartinan de partiya sêyemîn derketiye, hîn ji bo beşdarbûna hikûmeta nû ti biryareke fermî nedaye.

Tê çaverêkirin Goran piştî civîna Cıvata Niştîmanî ya partiyê biryara xwe ya beşdarbûna hikûmeta nû bide.

Hem YNK hem jî Goran dixwazin bi hejmareke zêde di kabîneya hikûmeta nû de cî bigirin ku PDK ligel wan di nav danûstandinan de ye.

PDKê beriya niha dabû xuyakirin ku dê her partiyeke beşdarî hikûmetê bibe, li gor encamên hilbijartinê û kursiyên xwe bikaribe beşdariya hikûmetê bike.

Herçiqas YNK li gor şirîkatiya berê ya bi PDKê re dixwaze bi hejmareke zêdetirî kursiyên parlamenê beşdariyê li hikûmetê bike jî Tevgera Goran li dijî vê ye û dibêje, ti aliyekî siyasî di beşdarbûna hikûmetê de xêrê li Tevgera Gorran nake û ew dê li gor giraniya xwe ya siyasî beşdarî hikûmeta nû bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin