PeyamaKurd- Ji ber ku Amerîka nahêle ku Îran neftê bifiroşe dewletên dî, Îranê jî gavek avêt û destûr da bazara taybet ku neftê bifiroşine derveyî welêt.
Di derbarê mijarê de alîkarê duyem yê serokomarê Îranê Îshak Cîhangirî daxuyaniyek da û got ji ber ku Amerîkayê firotina neftê û çûnûhatina pereyên me dide sekinandin, em ê jî destûrê bidin ku bazara taybet neftê îxracî derve bike.
Îshak Cîhangirî wiha dewam kir: Ji xwe îro rewşa me ne baş e. Ji ber vê yekê berpirsiyariyên girîng dikevine ser milê sektora taybet jî. Ji bo ku ew jî bazarê bi derve re bikin, me dest bi xebatan kiriye.
Cîhangirî got ku êdî Amerîka dixwaze ji bedêla Îranê, neftê ji Siûdî Erebîstan û Rûsyayê bikire. Ev li dijî gelê Îranê îxanetek e. Gelê Îranê vê îxaneta van dewletan jî jibîr nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin