PeyamaKurd- Hêzên koalîsyonê ragihandin ku heta ku IŞÎD heye, ew ê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bidomînin.
Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel di derbarê pêşeroja HSDê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku koalîsyonê, ji bo alîkariyê soz ji wan re daye. Li dijî êrîşên Tirkiyê û yên din wê bi wan re hevkariyê bikin.
Piştî vê daxuyaniyê, hêzên koalîsyonê jî daxuyaniyek dan û gotin ku ji bo ku em IŞÎDê têk bibin, em ê piştgiriya perwerdehî û çekdariyê bidine HSDê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin