Iraq | Her du welatan çalakiyên xwe yên leskerî rawestand

Iraq | Her du welatan çalakiyên xwe yên leskerî rawestand

PeyamaKurd - Her du welatên ewropî Swêd û Denmarkê erkên hêzên xwe yên li Iraqê dan rawestandin.

Hêzên Çekdarên Swêd û Denmarkê ragihandin ku wan piştî aloziya dawî ya bi kuştina Qasim Silêmanî rû daye, erkên hêzên xwe yên perwerdekirina hêzên iraqî rawestandiye.

Welatê Swêd sala 2015an 70 leşker û efser li ser vexwendina İraqê şandibûn.

Herwiha Denmarkê jî 10 personelê leşkerî bo erkên perwerdekirina hêzên iraqî di çarçoveya misyona NATOyê de şandibûn Iraqê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin