PeyamaKurd - Bi boneya salvegera 36an a enfal û jenosîdkirina 8 hezar Barzaniyan, li devera Barzanê ji bo yadkirina rûhê şehîdan merasîmeke fermî hat lidarxistin.
Enfalkirina Barzaniyan 31ê Tîrmeha sala 1983yan bi fermana Sedam Husên dest pê kiribû û ji binemala Barzaniyan tenê ji ber ku kurd bûn bi hezaran kes hatin girtin, ew bi sedan km bi dûr ve birin û li çol û beyarên başûrê Iraqê zindî zindî hatin çalkirin û şehîdkirin.
Di merasîma fermî ya şehîdên Enfalê ku li devera Barzanê birêve çû de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq jî beşdarî kirin û destegul danîn ser mezelê Enfalkiriyan û fatîhe li ser rûhê şehîdan xwendin.
The genocide of Barzanis or Anfal by Baath regime is being commemorated in #Barzan village with the attendance of PM Masrour Barzani and President Nechirvan Barzani. #TwitterKurds pic.twitter.com/rdt6qUz4r5
— Karwan Faidhi (@Karwan_Faidhi) July 31, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin