Rêveberiya Xweser: Serdana Soylu ya ji bo Efrîn û Ezazê serweriya Sûriyê binpê dike

Rêveberiya Xweser: Serdana Soylu ya ji bo Efrîn û Ezazê serweriya Sûriyê binpê dike

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, serdana Wezîrê Hundir yê Tirkiyê ji bo Efrîn û Ezaza dagirkirî, eşkere serweriya Sûriyê binpê dike.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir, serdana Wezîrê Hundir yê Tirkiye Silêman Soylu di roja cejinê de ji bo herêmên dagirkirî, nîşan dide ku ya dawî niyaz dike ku wan herêman tev li xaka xwe bike.

Rêveberiya Xweser eşkere kir, serdana navborî, binpêkirinên li herêmên dagirkirî teqez dike û got: “Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em vê serdanê şermezar dikin û banga yekbûna gel û xaka Sûriyê dikin. Bêdengiya navdewletî beramber kirinên Tirkiyê, dihêle bêtir gavên dagirkirinê biavêje. Ji bilî derketina Tirkiye û çeteyên xwe ji herêmên dagirkirî, ti çare nîne”.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin