PeyamaKurd – Sersala nû û cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh, ji aliyê Krîstiyanên deşta Neynewa yên di bin desthilata hêzên Pêşmerge de ne tê pîrozkirin. Krîstiyan dibêjin; Pêşmerge aramî û seqamgîrî ji bo wan dabîn kiriye û ew vedigerin deverên xwe.
Krîstiyanên li Herêma Kurdistanê amadekariya cejna jidayîkbûna Hezretî Mesîh dikin û mala xwe bi dara krîsmasê dixemilînin.
Ji ber şerê DAIŞê, çend sal bû Mesîhiyên deşta Neynewa, ji sersal û pîrozkirina cejnên xwe dûr ketibûn. Lê niha bi saya Pêşmerge devera wan diparêze, di nav aramiyê de ne û bi kêfxweşî li benda hatina cejnê ne.
Her çiqas ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û rewşa niha ya Iraqê, welatiyên Mesîhî biryar dane ku merasîma cejna Krîsmasê û sersalê nekin jî, Mesîhiyên li deverên di bin desthilata Pêşmerge de, mala xwe bi xemilandine û amadekarî kirine û di rewşeke aram û ji berê û ji deverên din ên Iraqê cuda, pêşwazî li cejn û sersalê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin