PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê Bedlîs û Rihayê ji ber derketina vîrusa koronayê di hejmarek kesan de, 45 avahî hatin karantînekirin.
Hat ragihandin ku li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê 2 avahî û li Rihayê û 6 navçeyên wê jî 43 avahî di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina koronayê de hatin karantînekirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha li gorî amarên fermî 195 hezar û 883 kes bi koronayê ketine, 5 hezar û 82 kesan can daye û 169 hezar û182 nexweş jî baş bûne.
Hêjayî gotinê ye, li hin navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Cizîr, Batman, Mêrdîn û Diyarbekirê hejmara tûşbûyan gelekî zêde bûye û di hin nexweşxaneyan de cî nemaye û gazin têne kirin ku testên koronayê jî nayên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin