PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pantagon) eşkere kir ku wê Amerîka pereyên 8 balafirên F-35 ku radestî artêşa Amerîkayê hatine kirin, bide Tirkiyê.
Amerîkayê ji ber ku Tirkiyê sîstemên parastina asmanî yên Rûsî S-400 kirîn, cezayan li ser Tirkiyê disepîne ku di çarçoveya yasaya CAATSA de, Tirkiye ji bernameya F-35an hatibû derxistin û niha jî dest danîn 8 balafirên F-35 ên Tirkiyê kirîbûn.
Kovara Defense News a Amerîkayê ragihand ku ev yek piştî salekê ji nakokiyên li ser kirîna balafirên F-35 ku şîrketa Lockheed Martin çêdike, pêk hatiye.
Li gorî kovarê bihayê balafireke F-35, 77,9 milyon dolar e û di girêbestê de 6 balafirên din jî hene ku çarenivîsa wan hê nehatiye diyarkirin.
Tirkiyê dixwest 100 balafirên F-35 bikire, lê belê di Tîrmeha par de piştî îmzekirina peymana S-400an bi Rûsyayê re, Amerîkayê Tirkiye ji bernameya F-35an derxistibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin