Merkel nabe namzeta sorokê partiya xwe

Merkel nabe namzeta sorokê partiya xwe

PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel ragihand ku dê ji nû de nebe namzeta serokê partiya Yekîtiya Xirîstiyanên Demokrat CDU yê.

Li gor ajansa Alman DPA yê, do di hilbijartina eyaleta Hessenê de, partiya Merkel rayên zêde wenda kir û piştî wê li navenda partiya xwe civînekî lidarxist. Di civînê de Merkel ragihand ku ew amade ye dev ji serokatiya partiyê berde. Di hilbijartina Hessenê de partiya Merkel %11.3 dengan daxistiye.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Merkel dixwaze serokwezîrtiya xwe dewam bike. Di şûna Merkel de wê kî bibe namzet, wê di meha 12an de li Hamburgê di civîna partiyê ya giştî de bê destnîşankirin.

Piştî gotinên Merkel hat ragihandin ku parlementerê berê Friedrich Merz dikare bibe namzet û hem çapemeniya Alman dibêje ku sekretera partiyê ya niha, Annegret Kramp-Karrenbauer dibe ku bibe seroka partiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin