Agir bi ciyê ‘Qursa Qur’anê’ ket û 28 kes mirin

Agir bi ciyê ‘Qursa Qur’anê’ ket û 28 kes mirin

PeyamaKurd- Li welatê Afrîkayê li Lîberyayê, roja sêşemê êvarê dereng, nêzî payîtext Monroviayê li Paynesville City agir bi ciyê qursa Quranê ket ku xwendevanên daîmî li wê derê diman û di encamê de 28 kes mirin. Hinek çavkanî dibêjin dibe jimara miriyan di ser 30 kesî de be.

Serokê dewleta Lîberyayê George Weah, di ser hesabê xwe yê Twitterê de, bo kesên ku jiyana xwe di bûyerê de dane, ji wan re sersaxiyê xwest û got ku Lîberya di demeka zor de derbas dibe.

Berdevkê serokê dewletê jî ragihand ku qurs di nav kulliya mizgeftê de ye û kesên ku tê de mirine, temenên wan di navbera 10-20  salan de ye. Rêvebir dibêjin; sedema ku mirî gelekin ew e xwendevan di dema agir de di xewde bûn.

Nûfûsa Lîberyayê 4 mîlypn û 100 hezar e. Xelkê Lîberyayê %12 ê wê misilmane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin