PeyamaKurd- Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê baregehên PKKê yên li Şengal û Qaraçoxê bombebaran kirin. Qeymeqamê Şemgalê Mehme Xelîl weha ragihand:
“ Balafirên artêşa Tirkiyê li rojavayê çiyayê Şengalê xistin. Di bombebaranê de Bara û çend dever kirin hedefa xwe. Heya niha em di derbarê zerarê de tiştek nizanin.”
Mehme Xelîl di berdewama axaftina xwe de weha got:
“Bombebaran ne bo berjewendiyên xelkê Şengalê ye. Pêdiviya Şengalê bi aramiyê heye. Bombebaran tam di dema ku ayînên me yên olî dihatin kirin de hat kirin.”
Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê jî peyameka nivîskî da çapemeniyê û tê de ragihand ku li gor qanûnên navdewletî bombebaran mafê wane û li gor qanûnên Neteweyên Hevgirtî tevgeriyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin