Serokerkan Mark Milley daket kolanan

Serokerkan Mark Milley daket kolanan

PeyamaKurd- Bi sedema kuştina zilamê reşik George Floyd ji aliyê polîsekî de, xwepêşandan li her derê Amerîkayê destpêkiribû û nema hukumet dikaribû pêşî li wan bigre. Trump biryarê da ku leşker dakevin kolanan û niha di kolanên Washingtonê de polîs û leşker bi hevre kontrola bûyeran dikin.

Bo kontrola leşkeran û polîsan wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper, wezîrê dadê William Barr û serokerkanê Amerîkayê Mark Milley di kuçe û kolanên Washingtonê de li xetên polîsan dest bi kontrola xwe kirin.

Serokerkan Milley di dema seredan xwe ya bo kontrola yekîneyên parastina netewî de weha got:

“Mafê herkesî heye ku protesto bike lê bi aştiyane.”

Li Washingtonê derketina derve heya roja duşemê hat dirêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin