PeyamaKurd – Jûra Ragihandinê ya Şer a hêzên Hefter ragihand ku li kampa Yermûk a başûrê paytext Trablusê 12 çekdarên Sûriyê dîl hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî hêzên çekdar li kampa Yermûk ew koma çekdar dorpêç kir kemîn danî ber wan û di encama kemînê de, hejmarek ji komên El-Heşd hatin kuştin, her wiha 12 çekdarên sûrî yên alîgirên van koman jî hatin dîlgirtin.
Hêjayî birxistinê ye ew komên çekdar ên Sûriyê li ser navê Tirkiyê bi awayekî kirêkirî di şerê Libyayê de beşdar in û li gorî daxuyaniya dawî ya SOHRê, heta niha 199 çekdarên Sûriyê li Libyayê hatine kuştin ku ji komên Mutesim, Firqet Sultan Murad, tabura Siqûr El-Şemal, Hemzat û Silêman Şah in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin