PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, yek jê jineke ducanî, testa 3 kesên din a Covid-19 pozîtîv derket ku ew her sê kes jî ji Stenbolê vegeriyane navçeya Farqînê ya Diyarbekirê.
Qeymeqamê Farqînê jî derbarê mijarê de ragihandiye ku wan hemû tedbîrên pêwîst girtine û got, “Em hemû hewl û hişyariyan didin ji bo ku xelk li malên xwe bimînin û xwe qerentîne bikin.”
Hat zanîn ku li navçeya Farqîn a Diyarbekirê di encama testa Covid-19 de derketiye ku 3 kesên din tûşî vîrusa koronayê bûne.
Her sê kesên ku yek ji wan jineke ducanî ye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê hatin qerentînekirin û tên tedawîkirin.
Hat ragihandin ku kesûkarên wan her sê kesên bi koronayê ketine jî li malên xwe hatine qerentîne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin