Rojava | 4 wefat û 25 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

Rojava | 4 wefat û 25 pêketiyên nû yên korona hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya îro 25ê Hezîranê de eşkere kir; 25 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 5 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Kobanî, 5 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Kampa Holê ye.

Dr. Mistefa diyar kir, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê bi van amarên dawî re gihîşt 18460 kesan, ya mirinan bû 765 kes û heta niha 18064 kes jî baş bûne û 765 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin