Herkes bi vîrusê re ser dike lê ew bi hevre ser dikin

Herkes bi vîrusê re ser dike lê ew bi hevre ser dikin

PeyamaKurd- Di rojeva temamê dinyayê de têkoşîna li dijî koronavîrusê heye lê li Rihayê li taxa Eyûbiyê du malbat bi hevre şer kirin û 8 kes birîndar bûn. Du malbatên ku navbera wan xweş nîn bû, bi gotinan dest bi niqaşê kirin û paşî bi dar, tiving, kevir û kêran lihev xistin. Di pevçûnê de 8 kes birîndar bûn.

Piştî polîs hatin agahdarkirin, polîs çûn ciyê bûyerê û her du malbatan ji hev qetandin. Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneyan. Polîs 3 kesan xist bin çav û lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin