PeyamaKurd- Dewleta Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku heya dawiya sala 2018an, wê li Behra Azakê baregeha xwe ya leşkerî ava bike.
Serokê dewleta Ûkraynayê Petro Proşenko di hevpeyvîna xwe di rojnama Amerikan Washington Post ê de gotibû ku Rûsya dixwaze Behra Azakê îşxal bike û 1 rojekî di pey de ragihand ku dê li ser Behra Azakê baregeha xwe ya leşkerî ya deryayî ava bike. Piştî ku ev nûçe bi berfirehî ket ser çapemeniya Rûsyayê, hat ragihandin ku 2 keştiyên topavêj yên Ûkraynayê dest bi keşfa Berdyanskê kiriye û keştiyên şer li lîmana Berdyanskê amade kirine.
Dewleta Ûkraynayê wê sîstema fuzeyan li Behra Azakê ava bike da xwe ji êrîşên Rûsyayê biparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin