PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 20ê Hezîranê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.
Piştî avakirina hikûmeta Serokwezîr Mistefa Kazimî ev yekem serdana serokê Herêma Kurdistanê ye bo Iraqê.
Biryar e Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe de, çend hevdîtinan bi payebilindên Iraqê re pêk bîne ku pêwendiyên Hewlêr/Bexdayê û hewlên bo çareserkirina pirgirêkên navbera herdu aliyan babetên sereke ne.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê berî niha jî ji bo kabîneya Kazimî piştgirîya xwe eşkere kiribû û hêviya çareserkirina pirsên herdu aliyan di çarçoveya destûra Iraqê de diyar kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin