PeyamaKurd - Ji ber şerê Îdlibê Tirk û Rûs û Îranî li hev nakin û Tirkiye li pey planên nû ye.
Wesayîtên eskerî yên Tirkan ku ji bo alîkariya yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin, gihîştin navenda Kilîsê.
Konvoya eskerî ya ku ji bajarên Rojavayê hatin şandin û ji obus, tank û wesayîtên bizirx pêk tên gihîştin navenda bajarê Kilîsê.
Ev wesayîtên eskerî yên di bin kontrola ewlehiyê da gihîştin bajêr wê li navçeyên li ser sînorê Sûriyeyê ji bo alîkariya yekîneyên wezîfedar bêne bikaranîn.
Hat ragihandin sewqiyat wê di nav rojê da dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin