PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî sê pêşniyar li Pêşmerge kirin û xwest ku ji van pêşniyaran yekê hilbijêre. Li gorî wê yekê dê hêzên yekîneyên 70mîn û 80min ên Pêşmerge bibin yek.
Piştî têkbirina rêxistina terorê DAIŞê, ji bo ku tevahiya hêzên Pêşmerge di bin banê Wexareta Pêşmerge de bibin yek hewildan zêde bûn.
Di vê çarçoveyê de Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji bo ku hêzên Pêşmerge bibin yek, sê pêşniyar li Pêşmerge kirin û ev pêşniyar bo ji Yekîneyên 70emîn û 70mîn ên Pêşmerge hatin hinartin.
‘JI ME XWESTIN KU EM JI VAN PÊŞNIYARAN YEKÊ HILBIJÊRIN’
Cîgirê Serfermandarên Hêzên Pêşmerge, Qareman Şeyh Kemal derbarê mijarê de ji medyaya Kurdistanê re axivî û diyar kir ku sê pêşniyar li wan hatin kirin û ji wan hatiye xwestin ku ji van pêşniyaran yekê hilbijêrin.
PDK JÎ DI DERHEQÊ MIJARÊ DE PÊŞNÛMAYEK AMADE KIR
Endamê Parlementoya Kurdistanê yê PDKyî Nizar Mela Ebdilxefar jî da xuyakirin ku PDK jî derheqê mijarê de pêşnûmayek amade kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin