Nêçîrvan Barzanî: Dostaniya me û Amerîkayê bihêz û stratejîk e

Nêçîrvan Barzanî: Dostaniya me û Amerîkayê bihêz û stratejîk e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê hevdîtina xwe û cîgirê serokê Amerîka Mike Pence de diyar kir, ew hevdîtin nîşan dide ku dostanî û hevbeşiya navbera Kurdistan û Amerîka bihêz e.

Cgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, doh piştî serdana hêzên Amerîkî yên li parêzgeha Enbar ya Iraqê bêyî ku bi rayedarên Iraqî re hevdîtinan bike, derbasî Hewlêrê bû û bi serok, serokwezîr û rayedarên din ên Kurdistanê re civiya.

Mike piştî hevdîtinê li ser twitterê ligel wêneyên hevdîtina ligel berpirsên Kurdistanê bal kişandibû ser pêwendiyên xurt ên bi Herêma Kurdistanê re û spasiya xwe kiribû.

Nêçîrvan Barzanî jî li ser twîtterê kêfxweşiya ya li hember wê hevdîtinê nîşan da û got: “Ez bi pêşwazîkirina cîgirê serokê Amerîka li Hewlêrê bextewer bûm.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de jî da xuyakirin, “Hevdîtineke wiha di vê dema niha de nîşan dide ku dostanî û hevbeşiya navbera me bihêz û stratejîk e. Min spasiya Amerîka kir ji bo alîkarîkirina Kurdistanê di demên zehmet de.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin