PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li ser koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Dr. Ferset Sofî peyameke serxweşiyê pêşkeşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir. PDK-Sê di peyama xwe de da zanîn, Firset Sofî di karê xwe de mêrxasekî cudawaz ê Kurdistanê bû û bû şehîdê kar û xebatê.
Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de got: “Doktor Ferset Sofî yek ji ciwanên Kurdistanê yên dahêner bû ku di warê karê partîkî, karê cemawerî de û di hemû erkên pê hatine raspardin de gelekî serkeftî bû û bi vê yekê, bûbû yek ji mêrxasên Kurdistanê yên cudawaz.”
PDK-Sê di peyama xwe de diyar kir, “Doktor Ferset bawerî û pêzanîna Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetiya PDKê û cemawerê ku ew ji nêzîk ve nas kirine bi dest xist ku ji sîfatên wî yên baş û xemxuriya wî ya rihetiya welatiyên Kurdistanê hez kirin.”
Komîta Navendî ya PDK-Sê got: “Dema doktor Ferset bi posta Parêzgarê Hewlêrê hat erkdarkirin, di demeke kurt de serkfetin li ser hemû astan tomar kir. Dema nexweşiya Koronayê di destpêka îsal de li Herêma Kurdistanê belav bû, li her cihekî Hewlêrê dihat dîtin, welatî hişyar dikirin û daxwaz ji wan dikir ku pabendî rêkarên xweparêziyê bibin. Doktor Ferset ji ber çalakiya xwe ya berdewam, bi vîrûsa Koronayê ket û bû şehîdê kar û xebatê.”
Di dawiya peyamê de wiha hat gotin: “Em di Komîta Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê – Suriye de, bi koçkirina Doktor Ferset Sofî re, hevxemiya xwe ya kûr bi we re parve dikin û em serxweşiyê arasteyî we, welatîyên Kurdistanê, hezkirî û malbata wî dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin