Ser û pevçûnên li Îdlibê gur dibin

Ser û pevçûnên li Îdlibê gur dibin

PeyamaKurd - Medya Sûrîyê ragihand ku yekîneyên leşkerî ber bi Îdlibê ve diçin.

Medya Navendî ya Leşkerî diyar dike ku hêzên hikûmetê roja çarşemê ketin Kfar Nabudah ya li başûrê rojavayê Îdlibê. Çavdêriya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) operasyonên li ser rûyê erdê piştrast kir.

Hin jêderên din yên herêmî diyar dikin li herêmê êrîşên esmanî jî li dar dikevin. Serhildayên li herêmê didin zanîn ku wan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dar xistiye.

Rûsya û Tirkîyê Îlona 2018’an de rêkkeftibûn ku Îdlib wek herêma ewle bimîne, lê nûçeyên dawî yên ji herêmê didin zanîn ku agirbesta li wir bi dawî bûye.

Li gor sazîyên navneteweyî li Îdlibê 3 mîlyon kes dijîn. Piranîya herêma Îdlibê di destê Heyet Tahrîr El Şam de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin