Li Xaneqînê li pey topbarana DAISê serekî dijwar derket

Li Xaneqînê li pey topbarana DAISê serekî dijwar derket

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî terorîstên DAIŞê bi topên hawinê êrîşî ser gundê Dara yê girêdayî bajaroka Xaneqînê kir û piştre di navbera wan û hêzên artêşa Iraqê de şer derket.

Li gor çavkaniyên herêmê êrîş şevê din li dor demjimêr 22.30yê dest pê kiriye û terorîstên DAIŞ bi topên hawinê gundê Dara dane ber topan.

Li pey êrîşê hêzên artêşa Iraqê ketine tevgerê û hat zanîn ku di navbera herdu aliyan de şerekî dijwar qewimî ye û mal û milkên sivîlan jî ziyan dîtine.

Derbarê windahiyên canî yên êrîş û şerê DAIŞ û hêzên Iraqî de, hîn ti agahî nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin