PeyamaKurd - Li gorî hin agahiyan, rêveberiya Minbicê dixwaze li şûna ku ew herêm bikeve bin kontrola Tirkiyê, herêmê radestî hikûmeta Sûriyê bike.
Çavkaniyên taybet ji rojanemeya Elweten a nezîkî hikûmeta Sûriyê re ragihandine, piştî derxistina şêwirmendên YPGê ji herêma Minbicê, niha Encûmena Leşkerî ya Minbicê dixwaze kontrola bajêr radestî hêzên hikûmeta Sûriyê bike. Heman çavkaniyan dane xuyakirin, ku niha derbarê wê mijarê de bi Şamê re hevdîtin tên kirin.
Li gor agahaiyên wê çavkaniyê, Encûmena Leşkerî û piraniya niştecîhên bajarê Minbicê, Tirkiyê weke dagîrker dibînin û naxwazin rewşa Efrînê li bajarê wan jî dubare bibe, ji ber wê jî ew dixwazin deshilata Sûriyê carekedin vegere bajêr.
Ew çavkaniya dide zanîn in, hina di nevbera Eencûmena Leşker ya Minbicê û nûnerên hikûmeta Sûriyê de derbarê radestkirina bajar de hevdîtin tên kirin û Moskova jî agahdarî wan hevdîtinane.
Têkildarî heman mijarê, ajansa Sputnik a Rûsyayê jî ragihandiye, li ser rewşa bajarê Minbicê, bi agahdariya Moskovayê hevdîtin di navbera rêveberiya sivîl û leşkeriya Minbicê û hikûmeta Sûriyê de danûstandin destpê kiriye.
Li gorî vê ajansa rûsî, rêveberiya Minbicê ji wê yekê ditirse, ku rewşa Efrînê li Minbicê dubare bibe û Enqere û çekdarên ser bi wê ve weke Efrînê, kurdan ji Minbicê jî derxînin, lewma ew rêveberî hewl dide, bi Şamê re li ser rewşa Minbicê bigihîje rêkevtinekê.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê û herwiha rêveberiya sivîl a wê herêmê hêj derbarê wan zanyariyan de ti daxuyanî nedane.
Ragihandina destpêkirina danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê li gel hikûmeta Sûriyê di medyayên Rûsî û Sûrî de, piştî wê yekê tê, ku Encûmena Sûriyeya Demokratîk di kongreya xwe ya sêyem de ku li navçeya Tebqayê lidarxist, amadebûna xwe bo diyalogeke Sûrî-Sûrî û nêzîkbûna ji Şamê ragihandibû.
Amerîka û Tirkiyê di 4ê Hezîrana îsal de derbarê rewşa Minbicê de gihîştin rêkevtinekê û nexçerêyeke hevbeş derbarê Minbicê de ragihandin, ku li gorî wê nexşerêyê, divê hêzên YPGê bi tevahî ji Minbicê derkevin.
Di demekê de, ku Amerîka û Tirkiye têkildarî rewşa Minbicê tekezî li ser hemahengîkirina bi hev re dikin, lê daxuyaniyên cuda ji hev jî didin û hêj naveroka nexşerêya hevbeş a navbera her du welatan bi temamî nehatiye aşkerekirin.
Tevî wan geşedanan, Rêveberiya Minbicê û Encûmena Leşkeriya Minbicê ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, dibêjin, ku ew dê li herêmê bimînin û kontrola Minbicê dê di destê wan de bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin