19 kesan can da û 620 kesên din jî bi koronayê ketin

19 kesan can da û 620 kesên din jî bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 19 kesan ji ber vîrûsa koronayê can daye û 620 kesên din jî pê ketine.

Li gorî ragihandina îro Yekşemê ya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 demjimêrên borî de, 620 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku ji wan 276 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyanê û 217 kes li Duhokê û 24 kes li Helebceyê ne û 524 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Herwiha 19 kes di nav 24 saetên dawî de bi wê nexweşiyê mirine ku 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyan, 2 kes li Raperîn, 1 kes li Duhokê û 5 li Helebceyê ne.

Amarên giştî wiha ne:

Pêketin: 50248 (Hewlêr: 18476, Silêmanî: 16590, Duhok: 13358, Helebce: 1824)

Mirin: 1827 (Hewlêr: 576, Silêmanî: 926, Duhok: 282, Helebce: 42)

Başbûn: 31996 (Hewlêr: 145693, Silêmanî: 10388, Duhok: 5208, Helebce: 1707)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin