PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di çarçoveya propagandeya hilbijartina şaredarê Îstenbolê de, li taxa Eyubsultanê bi esnafan re civiya û di mijara koçberan de weha got:
“4 hezar û 500 koçberên bê ser û ber sala berê ji Îstenbolê hatin şandin. Em ê îsal 50 hezar koçberan bişînin. Dê ti kes Îstenbolê weka navenda koçberên qaçax nebîne.”
Soylu ragihand ku ji Pakistanê, Afxansitanê û Sûriyê koçber hatine Tirkiyê û weha dewam kir:
“Ji me re dibêjin vana bişînin. Em nikarin wan bişînin herêmên ku mirin tê de hene. Li wan deveran mirin û kuştin heye. Me 331 hezar şand xeta Efrînê û Cerablûsê lê berya wê me 4.000 km2 arazî bi ewle kir û hêj nû şand. Ji me re dibêjin bo çi di cejnê de diçin? Ew siyaseta me ye. Bila herin. Eger devera xwe bi ewle dîtin, bila li wê derê bimînin. Em di vê de ji xwe biserketin. Di her cejnê de 40-50 hezar kes çûn û nema vegeriyan.”
Bi sedema ku xelkê Îstenbolê ji koçberan acize û tevlî bûyerên nexweş dibin, naxwazin ku koçberên ji rêzê li wê derê bimînin û li ser pirsa xelkê Eyobsultanê Soylu got ku wê îsal 50 hezar koçberan bişînin derve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin