PeyamaKurd- Mîlîsên şî’a yên bi navê Ketaîb-î Hîzbûllah bi sedema ku avakirina hukumeta nû ji aliyê serokkomar Berhem Salih de, bo Mustafa Kazimî hat dayîn, ragihand ku ev yek ‘îlana şerê li dijî xelkê Iraqê’ ye. Hîzbûllah dibêje ku:
“Destê Mustafa Kazimî di kuştina generalê Îranî Qasim Suleymanî ku ji aliyê Amerîka de hat kuştin de heye. Ev jî tê vateya îlana şer li dijî xelkê Iraqê.”
Ragihandina Hîzbûllahê bi awayekî nivîskî hat kirin. Hîzbûllahê got ku lihevkirina partiyên siyasî li ser serokwezîrtiya Mustafa Kazimî, serîdanîna li hemberê dijmine ku qesda wan ji dijmin Amerîka ye.
Li gor qanûna Iraqê divê di nava 30 rojan de Mustafa Kazimî hukumeta nû ava bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin