PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, peyamek ji milîsên bi ser tevgera xwe ve şand û got, ew bi hêsanî dikarin rûbirûyî dagirkeran bibin, lê niha ji ber rewşa aloz a Iraqê wan ew yek rawestandiye.
Li gorî peyama ku Muqteda Sedir îro 1ê Cotmehê ji milîsên xwe yên komên Supaya Îmam Mehdî û Lîway Yemuy Mew'ud ên girêdayî Heşda Şebî re şandiye, dibêje ew herdu komên ser bi wî ve hemû amadekariya wan heye û ew dikarin bi hêsanî rûbirûyî dagirkeran bibin, lê belê wan niha ji ber rewşa aloz a Iraqê ew rûbirûbin rawestandiye.
Muqteda Sedir bi awayekî eşkere bang li wan komên ser bi xwe ve kiriye û ji wan gotiye, wê ti komên nû bi navê milis neyên damezirandin û “mucahîd rewşa Iraqê” li ber çavan bigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin