Li Efrînê artêsa Tirk û komên çekdar hatin protestokirin

Li Efrînê artêsa Tirk û komên çekdar hatin protestokirin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî îro 15ê Mijdarê li navçeya Raco ya bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, bi sedan kesên sivîl bi xwepêşandanekê artêşa tirk û komên çekdar protesto kirin.

Hatiye ragihandin ku xwepêşandan li dijî nebûna aramiyê, rewşa xirab a jiyanê û bihabûna nirxê kelûpelan hatiye lidarxistin.

Li gorî zanyariyan xwepêşanderan rêvebiriya xwecihî ya artêşa tirk û komên çekdar protesto kir ku dijî xwepêşanderan operasyona girtinê hatiye destpêkirin û gelek xwepêşander jî hatine binçavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin