Li Kobanî bombe bi polîsên Rûsî de teqiya: 3 birîndar

Li Kobanî bombe bi polîsên Rûsî de teqiya: 3 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî amadekariya dewriyeyê li dorûbera Kobaniyê bi hêzên tirk re dikirin, bombeyeke vedayî bi wan de teqiyaye.

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand, dema amadekariyên dewriyeya ligel hêzên Tirkiyê li Kobaniyê, bombeyeke ku berê hatiye vedan teqiyaye û di teqînê 3 polîsên leşkerî yên rûsî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin