Li Hesekê bombeyek teqiya du kesên jiyana xwe ji dest dan

Li Hesekê bombeyek teqiya du kesên jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê di encama teqîna bombeyeke vedayî de, du kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, îro li bajarê Hesekê bombeyeke vedayî li nêzîkî avahiya Qesra Dadê ya bajêr teqiye. Di encamê de jî, 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê herêm dorpêç kirin û ji bo tespîtkirina nasnameya tawanbaran û sedema teqînê lêkolîneke hûr dan destpêkirin.