Tahir Elçî li Amedê tê bibîranîn

Tahir Elçî li Amedê tê bibîranîn

PeyamaKurd - Îro saşvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ye û di salvegera qetilkirina wî de Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyên bibîranînê tên lidarxistin.

Serokê Baroya Amedê Mafnas û Parêzcanên Mafê Mirovan Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de, li pêş Minaraya Çarlîng a li navçeya Sûrê ya Amedê dema daxuyaniyek li ser avahiyên dîrokî û banga rawestandina dikir di nav pevçûnekê de hatibû kuştin.

Barnameya bîranîna Tahîr Elçî îro roja pêncşemê saet 10.15an li ber Edliyeya Amedê destpê kir. Parêzerên Baroya Amedê nûnerên saziyên sivîl û hezkiriyên Tahîr Elçî ji Edlîyeya Amedê heta ber Minareya Çarling a navçeya Sûrê meşiyan û di saet 10.53an li ber Minareya Çarling li cihê ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin daxuyaniyek belav kirin. Piştî daxuyaniyê parêzerên Baroya Amedê, dost û malbata Tahir Elçî çûn ser goristana Tahir Elçî.

Bername sibe û dubie jî dewam dike

Bernameya bîranîna Elçî wê roja 29 û 30yê mehê jî bidome. 29ê saet 13.30ê li ber Edliya Amedê dê nobeta edaletê bê girtin û saet 15an de li Xana Hesen Paşa pêşangeha fotoyan vebe. Her wiha heman rojê set 17:00an de jî li Sînemaya Bajêr a li Gelerîaya Diyar fîlmê "Gorulmuştur" (Hatiye Dîtin) bê nîşandayîn.

'Tevgera Gel a Kurd û Parêzer Tahir Elçi'

Li gor bernameyê 30yê mehê jî dê bi sernavê "Tevgera Gel a Kurd û Parêzer Tahir Elçi" panelek pê lidarxitin. Panela ku moderatoriya wê dê parêzer Cihan Aydin bike, Orhan Gazi Ertekin, Ali Duran Topuz û Neşet Giresun Wê axaftinekê. Panel saet 10:00an de li Salona Konferansê ya Parêzer Tahir Elçî a Baroya Diyarbekirê birêva biçe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin