PeyamaKurd – Rojnameya The Guardian a Îngilîz di hejmara xwe ya 8ê Nîsanê de nirxandinek li ser encamên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê û Erdogan weşand.
Di sernivîsa Guardianê de ji bo encamên hilbijartinê hat gotin, “Encamên ku ji bo Erdogan xirab in, ji bo demokrasiyê baş in” û hat destnîşankirin, “Serokên otorîter jî têk diçin”.
'ENCAM PEYAMEKE ZELAL DIŞÎNIN'
Di analîza Guardianê de ku BBCyê veguhestiye, tê gotin ku Erdogan heta niha rewabûna xwe dispart serkeftina sindoqên hilbijartinê, lê di vê hilbijartinê de reqîbên xwe wekî xayîn û terorîst nîşan da ku dîsa jî her çiqas li seranserê Tirkiyê dengên zêde wergirtine jî li bajarên mezin têk çû û ev jî peyameke zelal jê re dişîne.
'DIBE ERDOGAN BIKEVE REWŞEKE XIRABTIR'
Di dawiya sernivîsa Guardianê de li ser encamên hilbijartinê ev nirxandin tê kirin:
“Lê belê ev firsend, xeteriyeke mezin a îhtimala ku Erdogan encamên hilbijartinê nedîtî bibîne û li gorî mebestên xwe encamê biguherîne bixwe re tîne. Heta niha bi rêveberiyeke populîst û otorîter tevgeriya. Dibe ku (Erdogan) bikeve rewşeke hîn xirabtir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin