Hisyarî ji Xamineyî: Divê destwerdan di binesaziya pîsesaziya atomî ya me de neyê kirin!

Hisyarî ji Xamineyî: Divê destwerdan di binesaziya pîsesaziya atomî ya me de neyê kirin!

PeyamaKurd Rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî got, heta ku binesaziya navokî ya wî welatî neyê destgirtin, rêkeftina atomî bi welatên rojava re mumkin e.

Li gor nûçeya televizyona fermî ya Îranê, Elî Xamineyî rêberê olî yê Îranê di merasima li paytext Tehranê de axivî û pêşwaziya karmendên Ajansa Netewî ya Enerjiya Atomê û zanyarên navokî kir.

Elî Xamineyî diyar kir, welatê wî di warê navokî de destkeftên girîng bi dest xistine, amaje bi rêkeftina atomî kir ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin, lê piştî vekişîna yekalî ya Amerîkayê nehat cîbicîkirin.

Xamineyî got, "Di salên berê de rêveber û karbidestên pîşesaziya nukleerî li welêt binesaziyên girîng ên nukleerî çêkirine. Di Peymana Nukleerê de tiştek tune ye, lê divê binesaziya pîşesaziya meya nukleerî neyê destgirtin."

Xamineyî bi redkirina tohmetên ku dibêjin çalakiyên navokî yên Îranê ji bo mebestên leşkerî ne got: Civaka îstixbarata Amerîkayê vê rastiyê qebûl kiriye ku Îranê gelek caran, di wan mehên dawî de jî, pêngavek ber bi çêkirina çekên navokî neavêtiye û ew bixwe jî dizanin ku em ne li pey çekên nukleerî."

Xamineyî destnîşan kir, çekên komkujî di Îslamê de cih nagirin û got.

"Eger ne bingeheke îslamî bûya û îradeya me ya çêkirina çekên nukleerî hebûya, me yê ev yek bikira. Dijmin jî dizanin ku nikarin me bisekinînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin