Wezîrê karê derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf got ku hinek dewletên herêmê bo karibin ewlekariyê bikirin, serxwebûn, İzzet, şeref, heysiyet û dewlemendiyên welatên xwe pêşkêş dikin.
Zarîf di civîneka li Tehranê de axaftineka axaftina xwe weha dewam kir:
“ Hinek welat di herêmê de piştgiriya wan ya nukleerî heye an jî xwediyên sîlihane. Hinek dewlet, salane bi deh an sed mîlyar dolaran sîlih dikirin. Ji ber ew dizanin ewlekariya wan, bi hinek dewletên dinan ve girêdayiye. Van welatan bi kenekî hêzên mezin bextewer dibin û divê bi xeydeka wan bitirsin.”
Zarîf ragihand ku di herêma Kendava Fars de, bi bihayê 116 mîlyar dolarî sîlih kirîne û bedela sîlihên ku Erebistana Si’ûdî kiriye, ji yê Rûsyayê zêdetire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin