PeyamaKurd – Bajarê Meletiyê bi navçên xwe û hinek jî bajarê Xarpêtê û Semsûrê pêdiviya temamê dinyayê yê mişmişên ter û hişkkirî, %80yê wê hildiberîne.
Tevî sala borî, piraniya darên mişmişan cemedê li wan xist û hilberîna mişmişan kêm bû jî, car din bi bihayê 334 milyon û 979 hezar dolarî mişmiş firot derveyê welat.
Li gor rêjeyên meclisa îxracatvanên Tirkiyê; ji Meletiyê herî zêde mişmişan îxracî DYAyê kirine û di peyde şandine Iraqê û Almanya. Malatya, di ser gumrika Meletiyê de bi 164 milyon dolarî dahatê bidest xist.
Bajêr her weha bi îxracata makine û perçên wan, alavên elektrîk û elektronîk, hububat û di sektora madenê de jî dahat bi dest dixe.
Bajarê Meletiyê di erdheja sala 2024an de gelek wêran bû, bajêr herifî ser hev û di ser de jî şertên xerab yên kêş û hewaya ser bajêr, xelkê bajêr bi salaye perişan kiriye.