Bajarê Meletiyê hejiya: 4.0

Bajarê Meletiyê hejiya: 4.0

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê (Malatya) li navça Battalgaziye seet di 16.22an de erdhejekî bi dereca 4.0 qewimî. Li gor ragihandina AFADê; erdhej di bin erdê de di kûrahiya 9.13 km.yan de çêbû.

Rasatxana Kandîlê ya Îstenbolê dereca erdhejê bi 3,9 derece ragihand û kûrahiya ku erdhej tê de bûye 8,6 km ragihand.

Di encama erdhejê de heya niha ti qewimandinekî neyînî nebûye.