PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Meletiyê ragihand ku do teyrikê li darên meyweyan yên 52 tax û gundên Meletiyê xistiye û darên meyweyan zerarê dîtine. Parêzgeh dibêje ku di sehayekî 20 hezar û 390 dekar de darên fêkiyan zerarê dîne.
Li gor parêzgehê; do li 7 navçeyên bajarê Meletiyê teyrok bariyaye û di encamê de darên mişmişan, bi’îv û hûbûbatan zerarê dîne. Xebatên tesbîtên ewilî yên demkî yên rêvebiriyên navçan û bajêr yên xesaran qediyaye. Parêzgehê weha got:
“Li navça Akçadaxê li 2 gund an taxan di seha 650 dekar arazî de %35-40 zerar heye. Li navça Darende li 2 tax an gundan di seha 1450 dekarî de %5-20 zerar heye. Li navça Doğanyolê di seha 4 hezar û 800 dekarî de %5-10 zerar heye. Li Arguvanê li 7 gundan di seha 1990 dekarî de %5-25 zerar heye. Li navça Hekimxanê li 17 taxan di seha 2 hezar dekarî de %15-40 zerar heye. Li navça Puturgeyê li 5 gundan di seha 2 hezar dekarî de %5-10 zerar heye. Li navça Yazlixanê di 13 gundan de di seha 4500 dekarî de %10-20 xesarê tesbît kirine.
Bi tevahî, li seranserê bajarê me di 7 navçeyan de li 52 gund û taxan di seha 20 hezar û 390 dekarî de di navbera %5 heya %40an xesar diguhire.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê di demekî kurt de, wê tesbîta tekez biqede û bi raya giştî re bê parvekirin.