PeyamaKurd – Encamên hilbijartinên Tirkîyê yek bi yek dihên eşkerekirin, Li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan li bakurê Kurdistanê rikberî di navbera HDPê û AKPê da ye. HDP li Amed, Batman, Wan, Mêrdînê bi ferqeke mezin li pêş e.
HDP LI AMED, WAN Û BATMANÊ BI FERQEKE MEZIN LI PÊŞ E:
LI MÊRDÎNÊ AHMET TURK LI PÊŞ E
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li Mêrdînê namzedê HDPê Ahmet Turk li pêş hemû berbijêrên din e. Li gor dengên jimartî yên heta niha berbijêrê HDPê Ahmet Turk bi bidestxistina %47.43ê dengan li pêş e.
LI ÎDÎRÊ NAMZEDÊ HDPÊ YaAŞAR AKKUŞ LI PÊŞ E
Li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, li bajarê Igdirê yê Bakurê Kurdistanê, namzedê HDPê Yaşar Akkuş li pêş e.Li gor dengên ku hatine cudakirin û hejmartin, berbijêrê HDPê % 48.17 dengan bi dest xistiye û niha li pêş e.
LI QERSÊ AYHAN BILGEN LI PÊŞ E
Li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê, namzedê HDPê Ayhan Bilgen li pêş e.Li gor dengên ku hatine cudakirin û hejmartin, berbijêrê HDPê %29.69 dengan bi dest xistiye û niha li pêş e. Namzedê herî nêzîkî wî namzedê MHPê Çetin Nazik bi % 25.65 e.
Herwiha HDPê li Sêrt û Colemêrgê jî li pêş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin