PeyamaKurd – Termê serkirdeyekî DAIŞê li Dere Zorê hatiye dîtin û tê gumankirin ku ji aliyê hevalên xwe yên rêxistinê ve hatibe kuştin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir, îro Înê li biyabana bajarokê Suwer ê ser bi gundewarê Dêre Zorê ve termên 2 kesan hatin dîtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan da zanîn, termê yek ji wan ê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdella El-Iraqî ye û xelkê gundê El-Sicir ê gundewarê bakurê Dêre Zorê ye.
Herwiha hat eşkerekirin, El-Iraqî bi sedema pereyan û tometbarkirina kuştina ciwanekî bi navê Sair El-Hemmûd, ji aliyê kesên ku tê gumanbarkirin endamên DAIŞê ne hatibû revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê destnîşan kir, berê jî Rêxistina DAIŞê li navçeya El-Kesar a li nêzîkî bajarê El-Bisêre serkirdeyekî xwe yê bi navê Emmûrî El-Iraqî kuştibû û termê wî bi darekê ve girêdayî hatibû dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin