PeyamaKurd – Parlementoya Eremenistanê Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê Navdewletî tesdîq kir. Berê, dadgeha ceza ya navdewletî di derbarê serokê Rûsyayê Putin de biryara girtina wî dabû û niha Putin here Ermenistanê, divê Ermenistan jî wî bigre.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku şaşe Ermenistan Statuya Romayê qebûl kiriye.
Di dengdana parlementoyê de 60 parlementer dengê erênî dan û 22 parlementer red dane.
Di meha Adarê de Rûsya hişyarî dabû Ermenistanê da Statuya Romayê qebûl neke. Ermenistan dibêje ku hedefa wan ne Rûsyayê û Azerbeycanê xistine hedefa xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin