BAKUR | Bajar bi bajar haletên tûsbûna koronayê

BAKUR | Bajar bi bajar haletên tûsbûna koronayê

PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca daneyên dawîn yên Covid-19ê li bajarê bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kirin.

Li gorî ragihandina Wezîrê Tenditustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca herî zêde haletên tûşbûnê li Stenbolê hene û piştî Stenbolê Îzmîr, Enqere, Konya û Kocaelî tên.

Li gorî daneyên fermî li Stenbolê 8 hezar 852 kes, li Îzmîrê 853, li Enqere 712, li Konyayê 584 kes û li Kocaelî 410 haletên tûibûna koronavirusê (Covid-19) hatin tesbîtkirin. Heya niha li Stenbolê 117 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Bo cara ewil bajar bi bajar hejmara haletên tûşbûnê yên bakurê Kurdistanê hatin eşkerekirin:

li Amedê 26, li Mêrdînê 34, li Sêrtê 32, li Wanê 26, li Meletiyê 49, li Semsûrê 26, li Elezîzê 9, li Agiriyê 29, li Erzinganê 17, li Erziromê 86, li Dîlokê 37, li Mûşê 11, li Colmêrgê 2, li Îdîrê 25, 32, li li Çewlikê 8, li Rihayê 11, li Bedlîsê 22, li Qersê 25 ,li Batmanê 7, li Şirnexê 3, li Kilîsê 16, Mereşê 15, li Dêrsîmê 6,û li Sêwasê 67 kes bi koronayê ketine.


Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Koca hejmara kesên tûşbûyî li Tirkyê û Bakurê Kurdistanê 15 Hezar û 679 kes e. Hejmara kesên entube 692 kes, hejmara kesên pêwîstiya wan bi amraza tenefusê heye 979 kes in.

Herwiha hejmara kesên ku baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine 333 kes û hejmara qurbaniyan jî 277 kes in.
 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin