Balafirên Tirk êrîs kir: 3 gundiyên Kurd hatin kustin

Balafirên Tirk êrîs kir: 3 gundiyên Kurd hatin kustin

PeyamaKurd - Vê sibehê di encama êrîşa balafirên Tirkiyê bi ser devera Kanî Masî ya Duhokê de, 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan îro 15ê Mijdarê berê sibehê balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê dorûbera bajaroka Sersingê ya Duhokê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di encama wê êrîşê de 3 gundiyên ku dixwestin biçin gundê Gêrka yê Sersingê, canê xwe ji dest dan.

Hat zanîn ku ew hersê gundî jî xelkê gundê Eredena yê Kanî Masî bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin